Şandeke pilebilind a Rûsyayê gihîşt Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, bo cara yekem şandeke Rûsî ya pilebilind serdana Şamê kir û dê bi berpirsên payebilind ên rêveberiya nû ya wî welatî re bicive.
Ajansa nûçeyan a Rûsî “TASS” ragihand, şandeke Rûsî bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve Mikhail Bogdanov û Nûnerê Kremlînê bo Sûriyeyê Alexander Lavrentyev gihişt Şamê.
Li gorî wê ajansê, tê çaverêkirin ku şanda Rûsî bi berpirsên pilebilind ên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re bicive.
Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, ev cara yekem e şandeke Rûsî serdana Sûriyeyê dike. Hevdem Rûsya dixwaze baregehên xwe yên li Laziqiyê û Tertûsê bihêle.