Israîl: Zêdetirî 15 hezar serbazên me di şerê Xezzeyê de birîndar bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Israîlê û Artêşa Israîlê du amarên cuda li ser hejmara serbazên birîndar ên şerê Xezzeyê belav kirine.
Wezareta Bergiriyê ya Israîlê îro (Sêşem, 28.01.2025) di ragehandinekê de hejmara wan serbazên artêşa Israîlê parve kir yên ku, ji destpêka şerê Xezzeyê li roja 07.10.2023ê heta niha di bereyên şerî de birîndar bûne.
Li dû wê ragehandinê, di wê demê de zêdetirî 15 hezar serbazên Israîlî birîndar bûne, ku birînên hejmareke wan giran in, yên hin ji wan navincî û yên hejmareke din jî sivik in.
Ev hejmara ku Wezareta Bergiriyê ya Israîlê parve kiriye gelek ji wê amarê cuda ye ya ku artêşa Israîlê parve kiriye, ji ber ku artêşa Israîlê amaje da ye ku, ji destpêka serhildana şerê Xezzeyê heta niha pênc hezar û 667 serbaz birîndar bûne.
Her çend e ku Wezareta Bergiriyê hejmara serbazên kuştî yên Israîlê parve nekiriye, lê li dû amarên artêşê, di dema 16 mehên borî de, 841 serbaz hatine kuştin ku 405 ji wan di rûbirûbûnên rasterast ên li gel çekdarên Hemasê de hatine kuştin.