Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê: Hêzên me li Sûriyeyê dimînin

Israel Katz
Israel Katz

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê tekezê dike ku, artêşa welatî li Cebel Şêx û deverên din ên Sûriyeyê yên ku duberekî li ser heye dimînin. Herwesa dibêje ku, rêyê bi hebûna çi hêzeke dijminkarane li başûrê Sûriyeyê nadin.

Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Israel Katz îro (Sêşem, 28.01.2025) tekez kir ku, rêyê bi hebûna çi hêzeke dijminkarane li deverên başûrê Sûriyeyê nadin û li dijî her awayekî gef û metirsiyan radiwestin.

Israel Katz herwesa tekez kir ku, artêşa welatê wî li Cebel Şêx û deverên din ên Sûriyeyê yên ku duberekî li ser heye dimînin, ji bo ku bilindahiyên Colanê û cihên Cihûyan ên bakurî biparêzin.

Wezîrê Derve yê Israîlê Cedûn Sair jî li roja Pêncşemê, 02.01.2025ê ragehandibû ku, serdana sinorên Sûriyeyê û deriyê Quneytîreyê û bingeha Fermandeya Hêzên Neteweyên Yekgirtî ji bo çavdêriya rêgiriya li şerî kiriye.

Cedûn Sair tekez jî kiribû, “Israîl ji bo ewlehî û seqamgiriya şêniyên bilindahiyên Colanê çalak dimîne, xasma jî ku niha diyar nîne rewşa Sûriyeyê kengî û çawa seqamgir dibe.”