Kerkûkî: Serok Barzanî dixwaze doza Kurdan li hemî cihan bi awayekî aştiyane bê çarekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Kerkûk-Germiyanê ya PDKê li ser çarenivîsa Kurdên Rojavayê Kurdistanê tekez dike, “Serok Barzanî dixwaze doza Kurdan li hemî cihan bi rêya aştî û demokrasiyê bê çarekirin.”
Li ser civîna Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ya li Hewlêrê, Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî îro (Çarşem, 29.01.2025) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Serok Barzanî bi wê yekê re ye ku, doza Kurdan li hemî cihan bi rêya demokrasî û aştiyê û dûrî tundûtîjiyê bê çarekirin.”
Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya Kerkûk-Germiyanê ya PDKê amaje jî da, “Li dû qanûna navdewletî û peyman û biryarên Neteweyên Yekgirtî, her gelek li ser axa xwe, mafê xwe yê rewa heye biryarê bide ka bi çi awayî desthilatdarî bê kirin.”
Kemal Kerkûkî di pareke din a gotinên xwe de jî got, “Me serkirdetiyeke hekîmane heye. Paşeroja Kurdistanê di destê kesekî dûrbîn, serbilind û dilsoz de ye û li ser rêbaza dibistana Barzanî dimeşe, lewma li dawiyê serkeftin her ji bo gelê Kurdistanê ye.”