Ewropa lihevkirineke stratejîk bi Urdinê re îmza dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî du rojan ji gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump li Urdinê, ku eger Urdin deriyê xwe ji bo wergirtina xelkê Xezzeyê veneke, hemî alîkarî ji bo Urdinê tên rawestandin, Yekîtiya Ewropayê lihevkirineke stratejîk bi Urdinê re îmza kir.
Ajansên Nûçeyan ên Ewropayê parve kiriye, “Ew lihevkirina stratejîk di navbera Şahê Urdinê Şah Ebdila û Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen îmza kir.” Yekîtiya Ewropayê jî ragehand, “Li dû wê lihevkirina stratejîk, Yekîtiya Ewropayê sê milyar yoroyan wekî alîkarî ji bo dema sê salan dide Urdinê.”
Yekîtiya Ewropayê eşkere jî kir, “Ew lihevkirin hevpariya her du aliyan vedigire, di warên siyasî, ewlehî, bergirî û pêşxistina aborî, çavkaniyên avê, weberhênan, piştevanîkirina penaberan, herwesa piştevanîkirina kertên avê, enerjiyê, teknolojyê û çend warên din de jî.”
Tevî wê yekê jî, ew lihevkirin girêdayî dana 650 milyon yoroyan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bo Urdinê ye, ku ji dabînkirina 650 milyon yoroyan wekî pêşkêşkirin pêk tê, herwesa 1.4 milyar yoro ji bo weberhênanê, bi milyon yoroyan ji bo piştevanîkirina aborê Urdinê.