Hemasê wêneyên her sê revandiyên ku biryar e sibe azad bike parve kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Lîwayên Qesaîmê, ku balê serbazî yê Tevgera Hemasê ye, navên sê revandiyên Israîlî eşkere kirin, ku biryar e sibe li kertê Xezzeyê di çarçoveya lihevkirina agirbesta Xezzeyê de azad bike.

Berdevkê Serbazî yê Lîwayên Qesaîmê Ebû Ubeyde di ragehandinekê de got, “Di çarçoveya lihevkirina Tofana Eqsayê de ji bo lihevguhertina zindanî û revandiyan, biryar hatiye dan ku sibe (Şemî, 01.02.2025) sê revandiyên Israîlî bi navên Ofer Calderon, Keith Siegel û Yarden Bibas bên azadkirin.”

Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu jî ji aliyê xwe ve ragehand ku, lîsta wan revandiyên ku ji aliyê Hemasê ve tên azadkirin gehiştiye destê wan. Amaje jî da ku, hûrgilî li ser rêkarên lihevguhertina paştir tên parvekirin, piştî pişkinîna wê lîstê û haydarkirina malbatên wan.

Lîwayên Qesayîmê duhî (Pêncşem, 30.01.2025) vîdyoya piroseya qonaxa sêyê ya danedesta revandiyên Israîlê parve kir, ku sê revandiyên Israîlî li beranberî azadkirina 110 zindaniyên Filistînî hatin azadkirin.