Ehmed Şera serdana Siûdiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera serdana Erebistana Siûdî bike. Ev jî yekem serdana fermî ya Şera ji bo derve dibe, piştî rûxandina rejîma Beşar Esed.
Hat ragihandin, Ehmed Şera îro 2ê Sibatê serdana Siûdiyê dike û bi Mîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman û hejmarek ji serkirdeyên wî welatî re dicive û gotûbêjan li ser paşeroja Sûriyeyê û pêwendiyên hevbeş ên di navbera Riyad û Şamê de dike.
Li gor jêderên nêzîkî desthilatên nû yên Sûriyeyê desthilatdarên nû yên Sûriyeyê hewl didin piştevaniya serkirdeyên Ereb werbigirin, bi taybet piştî serdana Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan bo Şamê di 24ê meha borî de, ku soz dabû danûstandinan bi Amerîka û Ewropayê re bike, ji bo rakirina sizayan li ser Sûriyeyê, da ku ew binesaziya aborî ya welat ji nû ve ava bikin.
Ehmed Şera piştî ku roja 31ê Çile wek Serokatiya Qonaxa Veguhêz li Sûriyeyê hat destnîşankirin, di yekem gotara xwe de got, ew bi pisporên yasayî re danûstandinan dike, ji bo hikûmeteke berfireh ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bibin û welatê xwe ji nû ve ava bikin.