Pirsa Kurd li Sûriyeyê yek ji xalên sereke yên gotûbêjên Şera û Erdogan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera, îro 4ê Sibatê li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan serdana Enqereyê bike. Li gorî çavdêran, pirsa Kurd û ewlehiya sînor dê naveroka gotûbêjên Şera û berpirsên payebilind ên Tirkiyeyê bin.

Tirkiye û Sûriye li seranserê zêdetirî 900 kîlometreyan hevsînor in, ku beşek jê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye, ku Tirkiye wan wekî beşek yan jî pêvekeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi nav dike, her çend e di hevpeyvîna xwe ya dawî de Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi ajansa Associated Press re ragihandibû, tu têkiliya wan bi PKKê û şerê bi Tirkiyeyê re nîne.

Li gorî çavdêran, Tirkiye zextên xwe li ser Ehmed Şera zêde dike, ji bo ku di avakirina Sûriyeke nû de alîkarî be û piştgiriya desthilatdariya nû ya wî welatî bike, lê bi şertê parastina yekparçeyiya Sûriyeyê û çekdanîna hêzên Kurdî.

Ajansa “France Presse” di vî warî de bi Hemîd Bozarslan, pisporê di pirsa Kurd de axiviye û wî jî got: “Erdogan naxwaze ku li Sûriyeyê qewareyek Kurdî hebe.”

Bozarslan dibêje: “Ehmed Şera, Serokê nû yê Sûriyê tevî zextan jî, dizane çawa gavan bavêje û pêwîst dibîne ku bi rêxistinên Kurdî re danûstandinan bike, ev jî ji bo dubare rêkxistinkirina Sûriyeyê û parastina yekparçeyiya welatê xwe.”

Rêveberê Beşa Peywendiyên Serokatiya Komara Tirkiyê Fahrettin Altun duh 3ê Sibatê di daxuyaniyekê de ku li ser tora civakî “X” belav kir, Serokê nû yê Sûriyeyê roja Sêşemê digihe Enqereyê.

Herwiha amaje bi wê kir, serdana Şera li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ye û pêşhatên dawî yên Sûriyeyê ji hemû aliyan ve dê werin gotûbêjkirin, bi taybetî vejandina sektora aborî, aramî û ewlehiya Sûriyeyê.

Her li gorî zanyariyên ku Altun ragihandiye, di hevdîtina Erdogan û Şera de, tekezî li ser piştgiriyên Tirkiyeyê bo hikûmeta veguhêz û gelê Sûriyeyê tê kirin.

Ev dê bibe yekem serdana Ehmed Şera bo Tirkiyeyê û duyem serdana wî bo derveyî welat, ji dema ku wekî Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê hatiye destnîşankirin.