Hevserokê DEM Partiyê: Ocalan di çend rojên pêş de bangawaziyeke dîrokî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got: “Birêz Ocalan, amadekariyan dike ku ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyê demokratîk, dê di nava çend rojên pêş de bangawaziyeke dîrokî bike.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro 4ê Sibatê di civîna koma partiya xwe ya Parlametoyê de ragihand, “Birêz Ocalan, amadekariyan dike ku ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyê demokratîk, di nava çendek rojên pêş de bangawaziyeke dîrokî bike.”

Bakirhan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da û wiha got: “Vîna gelê Sêrtê di nîvşevekê de tune hate hesibandin. Tu dizî ji dizîna hêvî, ked û vîna gelekî mezintir nîne. 

Herwiha got: “Em bang li îktîdarê dikin ku feraseta xwe ya ‘Kurd hene lê îradeya wan a siyasî tune ye’ biterikînin. Kurd hene û îradeya wan heye. Hûnê rêzê ji bo îradeya Kurdan bigirin.”