Hemas destpêkirina danûstandinên qonaxa duyê ya lihevkirina Xezzeyê radigehîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Tevgera Hemasê dibêje, “Danûstandinên qonaxa duyê ya lihevkirina Xezzeyê ji bo lihevguhertina êxisîrên navbera Israîl û Hemasê dest pê kirin.”
Berdevkê Tevgera Hemasê Ebiletîf Qanûn îro (Sêşem, 04.02.2025) di ragehandinekê de eşkere kir, “Danûstandinên qonaxa duyê ya lihevkirina Xezzeyê dest pê kirine û ji bo vegerandina Filistîniyan û avedankirina kertê Xezzeyê dilgerm in.”
Ebiletîf Qanûn amaje jî da, “Dagirkerî rêyê li bicihanîna lihevkirina agirbesta Xezzeyê digire, ku dibe sedema paşxistina lihevguhertina êxisîran.”
Navbirî tekez jî kir, “Nûjenkirina nexweşxaneyan û çarekirina rê û rêbaran û bîrên avê jiyanê ji bo Xezzeyê vedigerînin.” Herwea got, “Hemî bizavên dagirkeran ji bo nehêlana gelê me li kertê Xezzeyê dê bişkên.”