Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 31 saliya damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Selahedîn Mihemed Behaedîn kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya 31 saliya damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li we û serkirdayetî û endamên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”
Herwiha got: “Hêvîdar im Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di xebat û têkoşîna xwe ya ji bo parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê, destkeftên niştimanî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê de berdewam be.”