Hêzeke ewlekarî ya girêdayî rêveberiya nû ya Sûriyeyê gihişt Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Karwaneke ji hêzên ewlehiyê yên ser bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê ve, îro 6ê Sibatê derbasî Efrînê bû û biryar e rêveberiya bajêr ji grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve werbigire.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re got, îro bi dehan otomobîlên hêzên ewlehiyê yên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê derbasî bajarê Efrînê bûn û biryar e biryar e her îro şandeke hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî bigihe Efrînê.

Da zanîn jî, hatina vê karwanê bi armanca cibicîkirina biryara di ku civîna Şamê ya roja 29ê Çileya 2025an de hatiye dayîn de ye, wek hilweşandina hemû grûpên çekdar ên di bin navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” de, bidawîkirina hebûna çekdaran di nava bajaran de, dûvçûna li dû bazirganên madeyên hişbir û dizên ji grûpên çekdar û xelkê, ji bilî çareserkirina rewşa îdarî û ewlehiyê ya bajaran.

Wê jêderî got jî, bi dehan xelkê Efrînê daketin kolanan û pêşwazî li şanda hikûmeta nû kirin, bi hêviya ku grûpên çekdaran ji bajar derbixin, girtiyan azad bikin, tawan û binpêkirinên mirovî li hember xelkê resen ên herêmê rawestînin û koçber jî vegerin ser mal û milkên xwe.

Herêma Efrînê di Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike ve hatibû dagîrkirin. Di heyama 7 salên borî de jî, gelek tawan û binpêkirinên mirovî li dijî xelkê herêmê yê resen hatin kirin, ji bilî dizî, talan û destdanîna ser mal û milkên xelkê.