Hêmkin Hewramî bi diplomat û nûnerên welatan re rewşa Herêma Kurdistanê gengeşe dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKê li ser vexwandina fermî ya Lijneya Hevpar a Kongirêsa Amerîkayê tevlî civîna îsal a NPBê bû, herwesa Hêmin Hewramî di çarçoveya wê civînê de bi diplomat û nûnerên welatan re danûstandin li ser rewşa Herêma Kurdistanê kirin.
Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKê Hêmin Hewramî îro (Pêncşem, 06.02.2025) ragehand ku, tevlî civîna îsal a NPBê bû. Ew civîn bi tevlîbûna Serokê Amerîkayê Donald Trump û hemareke wezîr û endamên Kongirêsê, Serokê Kosovoyê, Serokwezîrê Ermînyayê, Serokê Berê yê Ukraynayê, diplomat û du hezar û 500 kesatiyên diyar ên 121 welatên cuda cuda yên cîhanê û tevlîbûna 46 wîlayetên Amrîkayê bi rê ve çû.
Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKê herwesa amaje jî da ku, li ser vexwandina fermî ya Lijneya Hevpar a Kongirêsa Amerîkayê tevlî wê civînê bûne, ku civîna 72ê ya salane ye.
Hêmin Hewramî herwesa got, “Di çarçoveya vê civîna giring de, min hejmareke berçav a kesatiyên diyar û diplomat û nûnerên welatan dîtin û me bi kurtî li ser rewşa Herêma Kurdistanê û deverê dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.”