Siyasetmedarê Kurd Mehmet Dîlsîz koça dawî kir

Diyarbekir (K24) - Siyasetmedar Mehmet Dîlsîz li Cizîra Botan di temenê xwe yê 76ê de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Termê Mehmet Dîlsîz li Goristana Cizîra Botan bi tevlîbûna heskiriyên wî hat binaxkirin.
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Dîlsîz ê li Bakurê Kurdistanê kedek girîng dabû doza Kurdan, di temenê xwe yê 76ê de ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Dîlsîz di sala 1949ê de li Cizîra Botan hatibû dinê, di salên 70yê de di nava Partiya Keda Gel de cih girtibû. Pişti derbeya leşkerî ya 1980yê Mehmet Dîlsîz hatibû girtin û rastî êşkenceyên giran hatibû û di salên 80yê de jî di nava Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd de doza kurd meşandibû.
Mehmet Dîlsîzê ku ji ber doza kurd hatibu zindanîkirin jî di salên 90î de di nava Partiya Demokrasiyê de cih girtibû.
Dilsozê doza kurd di sala 2001ê de jî Serokatiya Partiya Demokrasiya Gel HADEPê ya Şaxa Cizîrê kiribû û tevî hemû gefan dest ji doza xwe bernedabû.
Mehmet Dîlsîzê ku bavê 3 zarokan bû li Cizîra Botan jiyana xwe ji dest da û bi beşdariya bi hezaran heskiriyên li Goristana Cizîra Botan hat definkirin.