Feysel Yûsif: ENKS ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê vekişiya

Feysel Yûsif
Feysel Yûsif

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê ENKSê vekêşana encûmena wan ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê radigehîne û dibêje, “Wê Hevpeymaniyê niha çi giringiyek nemaye.”

Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif îro (În, 07.02.2025) vekêşana encûmena wan ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê taybet ji K24ê re ragehand.

Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) herwesa got, “Hebûn û nebûna wê hevpeymaniyê niha giringî nemaye.” Tekez jî kir ku, merema wan ew e tevlî Hikûmeta Sûriyeyê ya nû bibin û dixwazin di avakirina Sûriyeya nû de alîkar bin.

Berê Kurdistana Sûriyê li roja Çarşemê (25.12.2025) ragehandinek “pêxemetî yekkirina helwestan û nûnerîtiya hevpar” parve kir û tê de pêşengiyeke siyasî bi armanca gehiştina bi lihevkirineke siyasî ya hevpar di navbera hêz û rêkxistinên siyasî yên Kurdên Sûriyeyê de berçav kir.”

Berê Kurdistana Sûriyê herwesa ragehand, “Pêdivîtiya vê qonaxê bi pêngavên kiryarkî yên eşkere heye, ku li destpêkê bi vekêşana Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê dest pê dike, ji ber ku wê hevpeymaniyê rojekê ji rojan xwe li xwestekên gelê Kurd li Sûriyeyê nekiriye xwedî.”