Li Deriyê Gumrukê yê Xabûrê 370 kîlo madeyên hişbir hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Deriyê Gumrukê yê Xabûrê, ji aliyê tîmên gumrukê ve di wesayîtekê de 370 kîlo tiryak bi nirxê 631 milyon TL hat girtin.
Wezareta Bazirganiya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand, tîmên Îdareya Gumrikê di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî sûcên narkotîkê de, li Deriyê Gumrikê yê Xabûrê di operasyona ku hat kirin de, 370 kîlo tiryak bi bihayê 631 milyon TL hat bidestxistin.
Di daxuyanîya wezaretê de wiha hat gotin:
“Tîmên Midûriyeta Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiyê û Parastina Gumrika Xabûrê di çarçoveya lêkolînên xwe yên li ser rîska narkotîkê û hedefgirtinê da wesayîteke bi guman a ku ji bo derbasî welêt bibe hat herêma gumruka Xabûrê şopand. Piştî tespîtkirina tîrêjên bi guman di romorka wesayîta ku ji aliyê ekîbên pispor ve di bin kontrola pergala rontgenê de bû, bi beşdariya kûçikên dedektorê narkotîkê yên hestiyar ên noqîj lêgerinên berfireh hatin kirin û di encamê de di nava bargeha qanûnî de hatin veşartin; 2 milyon û 176 hezar madeyên hişber ên tîpa Captagonê hatin bidestxistin.”
Şoforê erebeyê hat destesekirin û lêpirsîna derbarê operasyonê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ve tê meşandin.