Daxwaz ji Hikûmeta Îraqê tê kirin li dû çarenivîsa Êzidiyên revandî bigere

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev ji bo dema 11 salan e ku du hezar û 592 Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin. Ji ber wê yekê daxwaz ji Hikûmeta Îraqê û dezgehên ewlehiyê tê kirin ku lidûçûnê ji bo çarenivîsa wan bike.
Endamê Civata Nûnerên Îraqê Mehma Xelîl îro (Yekşem, 09.02.2025) ragehand, “Hêşta çarenivîsa zêdetirî du hezar û 592 jin û mêr û zarokên revandî yên Êzidî diyar nîne.”
Mehma Xelîl herwesa got, “Piraniya revandiyan li Sûriyeyê ne, daxwaz ji desthilatdarên Îraqê jî hatiye kirin ku ji aliyê Civata Ewlehiyê ya Niştîmanî û Dezgeha Hewalgirî û Wezareta Derve û Serokwezîrê Îraqê ve bernameyekê ji bo vegerandina wan danin, herwesa ji bo piştrastbûna ji wê yekê ku ew li kempa Holê ne pêngavan biavêjin.”
Navbirî amaje jî da, “DAIŞê navên Êzidiyên revandî guhertiye û zimanê wan jî lê zevt kiriye, lê li dû wan zanyarên ku li ber dest in, piraniya wan li kempa Holê û kempên bakurê Sûriyeyê ne.”
Endamê Civata Nûnerên Îraqê tekez jî kir, “Hikûmeta Îraqê li dû destûr û qanûnê pabend e ku, lidûçûnê ji bo çarenivîsa welatiyên revandî û winda li welatên cîhanê, ku ji aliyê DAIŞê ve stem lê hatiye kirin, bike.”
Pêştir Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da ku, alîkariyeke darayî ya mehane li ser zêdetirî sê hezar û 500 welatiyên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê reviyane parve bike.
Rêkxistina DAIŞê ya teroristî li serê Tebaxa sala 2014ê êrîşeke berfireh kir ser qezaya Şingalê, ku piraniya xelkê wê Êzidî ye, û bi sedan kes jê kuştin û bi sedan kesên din jî revandin.