Term û hestiyên Filistîniyan piştî vekêşana Israîlê ji Netsarîmê hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî vekêşana artêşa Israîlê ji korîdora Netsarîmê, term û hestiyên hejmareke welatiyên Filistînî li wê derê hatin dîtin. Ew dîmen bi awayekî bitirs bûn, ku cîhan tûşî şokê kir.

Ajansa Şîhabê ya Filistînî ya Nûçeyan îro (Yekşem, 09.02.2025) parve kir, “Piştî ku artêşa Israîlê xwe ji korîdora Netsarîmê vekêşa, awareyan ji başûrî ber bi bakurê kertê Xezzeyê ve dest bi vegeriyanê kir û çûn ser mal û halên xwe.”

Li dû wê ajansa Filistînî, term û hestiyên hejmareke welatiyan li korîdora Netsarîmê hatine dîtin, dîmenên wan bi awayekî bitirs bûn ku cîhan tûşî şokê kir.

Di çarçoveya şertên lihevkirina agirbesta li gel Hemasê de, Israîlê razîbûna xwe li ser vekêşana hêzên xwe ji korîdora Netsarîmê diyar kir. Ev korîdor rêyên başûr û bakurê Xezzeyê ji hev cuda dike.

Wezareta Navxwe ya Filistînê jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Hatin û çûn li cadeyên Selahedîn û Reşîdê bê çi guhertinek wekî xwe dimîne, herwesa pişkinîn ji bo erebeyan tê kirin berî ku rê pê dan ku di cadeya Selahedînê re derbaz bibin. Cadeya Reşîdê jî tenê ji bo hatin û çûna peyayan destûrdayî ye û ji bo hatin û çûna erebeyan destûrdayî nîne.”

Wê wezaretê amaje jî daye, “Eger ew her du cade bi temamî bên vekirin û hatin û çûna peyayan û erebeyan lê asayî be, hingê bi awayekî fermî tê ragehandin.” Daxwazê jî ji welatiyan dike ku di dema hatin û çûnê de li wan her du cadeyan haydarî xwe bin, bi merema piştrastbûna ji selametiya xwe.