Erdogan: Pilana Trump ji bo Xezzeyê bêmana ye

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê radigehîne, “Çi kesek nikare xelkê Xezzeyê ji ser axa wan derbixe.” Herwesa got, “Em pilana Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo veguhastina Filistîniyan û kontriolkirina wî kertî red dikin.”

Erdogan di konferanseke rojnamevanî de got, “Çi kesek nikare xelkê Xezzeyê ji ser axa wan derbixe.” Herwesa got, “Ji bo me pêdivî nake ku em danûstandinan li ser pilana Trump ji bo Xezzeyê bikin an jî bi cidî ve werbigirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê tekez jî kir, “Ev pilan bi temamî bêmana ye. Çi kesekî ew desthilat nîne ku xelkê Xezzeyê ji warê wan derbixe. Xelkê Xezzeyê dê li ser mana xwe berdewam be û dê li wê derê bijî û axa xwe biparêze.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku, pabendî kirîn û xwedîtiya Xezzeyê ye û mimkin e parekê bide welatên din ên Rojhilata Navîn jî ji bo ku wê avedan bikin.

Agirbesta Xezzeyê bi navbeynkariya Misir û Qeter û Amerîkayê li roja Yekşemê (19.01.2025) çû di warê bicihanînê de, dema qonaxa yekê ya wê agirbestê jî dê 42 roj bin, danûstandin dê ji bo qonaxa duyê û paştir qonaxa sêyê jî berdewam bin.

Di çarçoveya lihevkirina wê agirbestê de, heta niha 21 revandiyên Israîlî û biyanî yên li bin destê Hemasê û 783 zindaniyên Filistînî yên li nav zindanên Israîlê hatine azadkirin. Herwesa şer hatiye rawestandin û bi sedan barhilgirên alîkariyên mirovî ji bo wî kertî hatine gehandin.