Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dubey tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan dibe

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dubey tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan dibe û bi çend serkirde û berpirsên welatan re dicive.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 10.02.2025) bi serokatiya şandeke hikûmetê ber bi Îmaratê ve bi rê ket, ji bo ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe.”

Ew şanda ku hevaltiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji van kesan pêk tê:

1.    Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî

2.    Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî

3.    Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah

4.    Sikirtêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm

 

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li rojên 11 heta 13ê vê mehê li bajarê Dubey bi rê ve diçe. Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Di çarçoveya wê lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke hevdîtin û civînan bi hejmareke serok û serkirde û berpirsên bilind ên cîhanê re dike.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kiriye, “Di van hevdîtinan de, danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welat û aliyên tevlîbûyî yên wê lûtkeyê û berfirehkirina asoya alîkariyên hevpar, xasma jî di warên aborî û weberhênan û bazirganî û pêşxistinê de tên kirin, ji bilî gengeşekirina dawî guhertinên Îraq û deverê.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Tevlîbûna şanda Herêma Kurdistanê pareke bizavên berdewam ên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo tevlîbûna çalak a Herêma Kurdistanê di konferans û korbendên navdewletî de ye, bi armanca bihêzkirina rol û pêgeha Herêma Kurdistanê wekî fakter û hevpareke bibandor û cihê baweriyê di nav Civaka Navdewletî de.”