Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî serdana Nexweşxaneya Zarokan a Hesekê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî serdana Nexweşxaneya Zarokan a Hesekê kir û rewşa wê ji nêzîk ve şopand.
Şandeke Karûbarên Mirovî ya Hevpeymaniya Navdewletî îro 10ê Sibatê serdana Nexweşxaneya Zarokan a Hesekê kir û li gel rêveberiya nexweşxaneyê civiya.
Di serdanê de, şandê rewşa ximetguzariyan li nexweşxaneyê nirxand ji bo peydakirina pêwîstiyan û başkirina asta xizmetguzariyên tundirustî.
Berî rûxandina rêjîma Beşar Esed, ew nexweşxane di bin kontrola rêjîmê de bû û rewşa xizmetguariyan wê di asteke xirab de bû.