Bizava Aştiya Navxweyî hewla yekrêziya navmala kurdî dide

Diyarbekir (K24) – Bizava Aştiya Navxweyî ji bo ku li her çar parçeyên kurdistanê pirsgirêkên nav aliyên kurdan ji holê rake û yekîtiyek neteweyî ava bike xebatan dike û di vê çarçoveyê de bi siyasetmedarên kurd ên parlementoya Tirkiyeyê de ne re jî hevdîtinan pêk anî. Bizava aştiya navxweyî dê li Rojavayê Kurdistanê jî xebatan bimeşîne û serdana Herêma Kurdistanê jî bike

Di demek ku li Tirkiyeyê pêvajoyek nû ya çareseriya pirsa kurd rojevê de ye xebatên yekîtiya neteweyî di nav kurdan de jî her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de Bizava Aştiya Navxweyî li Enqereyê serdana siyasetmedarên kurd ên nav Ak Partî, Dem Partî û CHPê de cih digirin kir. Rêveberên Bizava Aştiya Navxweyî didin zanîn ku xebatên wan ji pêvajoyê cuda dimeşin lê ev xebat dê sudê bidin pêvajoyê jî û wê hewlên wan hebin ku li Rojava jî hemu aliyên kurd bi awayeke yekdeng tevbigerin.

Berdevkê Bizava Aştiya Navxweyî (BAN) Ahmed Kanî ji K24ê re got: “Em bo aştiya navxweyî ya kurdan kar dikin û ev yek rastî pêvajoyê hat ku dê sudê bide pêvajoyê jî ku li Rojavayê Kurdistanê jî nûnerên me hene û emê hewil bidin hemu aliyan re hevdîtinan bikin.”

Xebatên saziyên sivîl ên kurdan yên bo pêkanîna yekîtiya neteweyî girîng û hêja tên dîtin ku tê amajekirin saziyên sivîl dikarin guvaşê li partiyên siyasî bikin da ku ser helwestek neteweyî tevbigerin.

Cîgirê Serokê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd Abdulhay Okumuş dibêje: “Saziyên sivîl girîng in û her alîyî ve xebatan dikin û dikarin di warê yekîtiya neteweyî de jî xebatan bikin û dikarin guvaşê li partiyên siyasî jî bikin da ku yekîtiya neteweyî pêk were.”

Bizava aştiya navxweyî amadekariyan dike ku serdana Herêma Kurdistanê jî bike û bi Serok Mesud Barzanî re hevdîtinek bike, da ku nêrîn û pêşniyarên wî jî bistîne.