Amadekariyên ahenga Newrozê li Akrê dest pê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê li Akrê dest pê kirine û komîteya amadekar a pîrozbahiya Newrozê jî dibêje, ew rêyeke din ji bo derketina ser Girê Akrê vedikin.

Qaymeqamê Akrê Dilawar Bozo îro 11ê Sibatê ji K24ê re ragihand: “Amadekariyên cejna Newrozê ya îsal berdewam in û me plan daniye ku îsal Newrozê bi awayekî xweştir li Akrê pîroz bikin.”

Dilawar Bozo da zanîn: “Em zêdetir ji mehekê bi şev û roj dixebitin ji bo avakirina rêyeke din ji bo derketina ser Girê Akrê, ji ber ku mêvanên pilebilind dê beşdarî pêxistina agirê Newrozê bibin.”

Qaymeqamê Akrê got jî: “Ji ber Newroza îsal wek par, dikeve meha Remezanê, em ê piştî taştê agir pêxin.”

Amaje bi wê jî kir: “Her sal hejmareke mezin a welatî û geştyaran beşdarî Newroza Akrê dibin û çalakiyên curbicur tên lidarxistin.”