Mesrûr Barzanî û Bidêwî tekezê li ser mafên gelê Kurd li Sûriyeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Sikirtêrê Giştî yê Civata Alîkariyên Welatên Kendavî re dicive û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike û tekezê li ser mafên gelê Kurd li Sûriyeyê dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 11.02.2025) di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubey bi Sikirtêrê Giştî yê Civata Alîkariyên Welatên Kendavî Casim Mihemed Bidêwî re civiya.
Di wê civînê de, ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bûbû, tekez li ser zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên kendavî re hat kirin, li ser bingeha berjewendiyên hevpar û bi arasteya pêşxistina deverê.
Di tewerekî din ê wê civînê de, danûstandin li ser guhertinên rewşa giştî ya Sûriyeyê hatin kirin û her du alî li ser parastina seqamgirî û ewlehiya Sûriyeyê û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên wî welatî hevnerîn bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duhî (Duşem, 10.02.2025) bi serokatiya şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehişt Îmaratê, ji bo ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe, ku li Dubey tê lidarxistin.
Ew şanda ku hevaltiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji van kesan pêk tê:
1. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî
2. Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî
3. Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah
4. Sikirtêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan îro (Sêşem, 11.02.2025) dest pê kir û heta roja 13ê vê mehê berdewam dibe, ku li bajarê Dubey bi rê ve diçe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragehandiye, “Di çarçoveya wê lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke hevdîtin û civînan bi hejmareke serok û serkirde û berpirsên bilind ên cîhanê re dike.”