Mesrûr Barzanî: Qebxwazî rêyê li pêngavên pêşkeftin û vejandina Herêma Kurdistanê nagirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan mêvandariya danûstandineke taybet bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di wê danûstandinê de hejmareke pirs û qebxwaziyan ku rûbirûyî deverê û cîhanê dibin behs dike, herwesa amajeyê dide peywendiyên dualî yên navbera Herêma Kurdistanê û welatan û rê û pêngavên bihêzkirina alîkariyên hevpar di warên cuda cuda de jî berçav dike.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan îro (Sêşem, 11.02.2025) li Dubey mêvandariya danûstandineke taybet bi navnîşanê “derbazkirina qebxwaziyan û bikaranîna derfetan” bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê danûstandinên de tekez li ser giringiya alîkariyên navdewletî û guhertina ezmûnan di navbera welatan de pêxemetî rûbirûbûna qebxwaziyên hevpar û bicihanîna pêşxistina berdewam kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê danûstandina taybet de amaje da peywendiyên erênî û berhemdar ên navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî û bal kêşa ser wê yekê ku, Herêma Kurdistanê dixwaze feydeyî ji ezmûna serkeftî ya Îmaratê di pêşxistin û pêşkeftinan de û xasma jî di warên çaksaziya aborî û birêvebirina hikûmetê de werbigire.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derheqa rewşa Herêma Kurdistanê de tekez kir, ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê rolekî giring di rakêşana weberhênana biyanî û piştevaniya pêşxistina aborî de dîtiye. Herwesa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemerengkirina çavkaniyên dahatan û pêşxistina kertê taybet zêdetir kar dike, bi merema pêşxstina aboreke berdewam û peydakirina derfetên karî ji bo ciwanan û kêmkirina piştbestina bi kertê giştî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pareke din a wê danûstandina taybet de behsa werçerxana eliktironîkirina xizmetkariyên hikûmetê kir û tekez kir ku ev mijar ji karê pêşiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji bo baştirkirina xizmetkariyan û hêsankirina rêkarên kargêrî û bihêzkirina şefafiyetê û rûbirûbûna gendeliyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ser ji nû ve tekez li ser giringiya avakirina aboriyeke nerm û hemereng kir, ku bikare xwe bi guhertin û werçerxanên cîhanî re biguncîne. Herwesa got, “Hemerengkirina çavkaniyên dahatan û bihêzkirina kertê taybet alîkariya bicihanîna vê xwesteka aborî dikin.”

Mesrûr Barzanî di derheqa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî bizavan ji bo çarekirina arêşeyên siyasî bi Hikûmeta Federalî re dike. Herwesa got, “Gengeşe û danûstandin ji bo bicihanîna seqamgirî û vejandinê li Îraqê du baştirîn bijarde ne.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê taybet li ser kertê perwerde û fêrkirinê got, “Giringîdana bi perwerde û fêrkirinê ji bijardeyên pêşiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, ji bo vê meremê jî bizavên mezin ji bo pêşxistina her du waran hatine kirin, ji bo ku bigehin astê welatên cîhanê.” Herwesa şanazî bi wê yekê jî kir ku, hejmareke zanîngeh û peymangehên hikûmî û nehikûmî yên Herêma Kurdistanê rolê xwe di avakirina mirovan de heye ji bo xizmetkirina civakê di tevaya waran de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kêşa ser wê yekê jî ku, dibê gel tewerê serekî yê her hikûmetekê be ku bizavê ji bo serkeftinê dike, ji bo vê meremê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê karê cidî dike ji bo bersivdanê û bicihanîna pêdivîtiyên welatiyên xwe û baştirkirina astê jiyanê di warên cuda cuda û bicihanîna armancan de ku di berjewendiya gel û jîn û jiyara wî de ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Birêvebirina stratejîk bi taybetî di diyarkirina pilaneke tevgir û birêvebirina çavkaniyan bi awayekî çalak de, stûnên serekî û bingehîn ên pêşxistinê li Herêma Kurdistanê pêk tînin.

Mesrûr Barzanî geşbîniya xwe jî li ser paşeroja Herêma Kurdistanê diyar kir û tekez kir, “Ew qebxwaziyên rûbirûyî Herêma Kurdistanê dibin qet rêyê li pêngavên pêşkeftin û vejandinê nagirin, belkî Herêma Kurdistanê niha piştî çend salan bûye devereke tena û pêşkeftî û vejiye, ku dikare li devera Rojhilata Navîn a aloz bibe mînakek.”