Netanyahu: Eger Hemas revandiyan azad neke, em dest bi şereke dijwar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Israîlê dibêje, “Eger Hemas heta Şemiya bê revandiyan azad neke, artêşa welatê me vedigere Xezzeyê û em dê dest bi şereke dijwar bikin heta em Hemasê ji nav dibin.”
Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îro (Sêşem, 11.02.2025) di peyameke vîdyoyî de gef li Hemasê kirin û got, “Eger heta Şemiya bê revandiyên Israîlî neyên azadkirin, artêşa welatê me dê vegere Xezzeyê û em dê dest bi şerekî dijwar bikin.”
Benjamin Netanyahu herwesa got, “Derfeta dawiyê ji bo Hemasê piştî nîvroya roja Şemiyê ye. Eger heta wê demê revandî neyên azadkirin, agirbest dê bidawî bê û em dê Hemasê ji nav bibin.”
Navbirî di derheqa Serokê Amerîkayê Donald Trump de got, “Ez pîrozbahiyê li helwesta Serokê Amerîkayê û nerîna wî ya şoreşgêrane li ser Xezzeyê dikim.”
Serokwezîrê Israîlê herwesa ragehand, “Heta revandî li dû qonaxa yekê ya lihevkirina agirbestê neyên azadkirin, em derbazî qonaxa duyê ya danûstandinan nabin.”