Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê tekez li ser xurtkirina hevkarî û hevahengiya dualî dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Sibatê li Dubayê bi Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amade bû, gotûbêj derbarê pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê de hatin kirin.

Da zanîn jî: “Her du alî li ser pêwîstiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya dualî û zêdetir pêşxistina peywendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat di warên curbicur de hevnêrîn bûn.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê de, hevdîtin bi hejmarek ji serkirde û berpirsên cîhanê re pêk anîne.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê roja Sêşemê li Dubay dest pê kir û dê heta sibe pêncşemê berdewam bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 10-02-2025an, bi serokatiya şandeke hikûmetê ji bo beşdariya di lûtkeyê de gihîşt Îmaratê û ev cara çaremîn e ku ji bo wê tê vexwendin.