PKK: Bila Tirkiye netirse, Ocalan û gelê Kurd dê dewletê perçe nekin

Navenda Nûçeyan (K24) – PKK’ê bi boneya 26’emîn salvegera girtina Abdullah Ocalan daxuyaniyek belav kir û tê de got: bi daxuyaniya ku ji Abdullah Ocalan ya ku tê hêvîkirin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike.
PKK’ê di berdewama daxuyaniyê de derbarê pêvajoyê de got, diyar e ku li gel daxuyaniya Ocalan ya tê hêvîkirin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Bêguman her tiş dê bi daxuyaniyekê pêk neyê û her tişt dê ji aliyê Ocalan ve neyê kirin.”
PKKê herwiha got, eger aloziyeke cidî û destwerdaneke derbeyî pêk neyê, dê ji aliyê Ocalan ve pêvajoyeke nû dest pê bike. Bila dewlet netirse, Ocalan û gelê Kurd dê dewletê perçe nekin, dê girêdayî azadiya gelê Kurd, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bixebitin
PKK dibêje: “Weke ku pirsgirêk ya me hemûyan e, berpirsiyarî jî ya me hemûyan e. Divê her kes di vê pêvajoya nû de erk û berpirsiyariyên xwe rast fêm bike, xwedî lê derkeve û di pratîkê de bi cih bîne.”