Mesrûr Barzanî: Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bo rûbirûbûna qebxwaziyan derfetek e başe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 12.02.2025) li bajarê Dubey di çarçoveya roja duyê ya karên Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de bi kanala Dubey TVyê re çavpêkeftinek kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê çavpêkeftinê de behsa giringiya wê lûtkeyê, peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê, derfetên weberhênanê li Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Îraq û deverê û çend pirsên din kir.
Mesrûr Barzanî di derheqa wê lûtkeyê de got, “Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan ji bo tevlîbûna serkirde û hikûmetên cîhanê bi merema gengeşe û danûstandinan li ser wan pirs û mijaran ên ku ji bo rûniştî û gelên deverê sedema nîgeraniyê an jî cihê giringiyeke zêde ne sekoyeke giring e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa spasiya Şêx Mihemed Bin Zayîd û Şêx Mihemed Bin Raşid kir, “ji ber vê pêşengiya bûye sedema komkirina hikûmet û serokan ji bo ku li ser pirs û mijarên giring danûstandinan bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê çavpêkeftinê de behsa ezmûna Herêma Kurdistanê kir û got, “Me feyde ji ezmûna wan welatan wergirtiye yên ku eynî rêyê girtiye, ji wan jî Îmarat ku ezmûneke baş di çend salên borî de hebûye. Vê jî ji bo me giringiyeke zêde hebûye, ji bo ku em bizanin çawa bikarin hevaheng bin û bikarin feydeyî ji derfetan werbigirin û bi xwediyên berjewendiyên re danûstandinan bikin û bigehin lihevkirinê bi wan re yên ku jê re giring e û dixwazin weberhênanê di kertên pîşesazî de bikin.”
Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Tiştê ku em hewce ne di demeke kurt de bicih bînin ew e ku bi tevaya serkirdeyên siyasî û xwediyên karan û kompaniyan û tevaya aliyên peywendîdar re lihev bikin û baştirîn hizirên çareseriyê werbigirin.”
Navbirî di derheqa pilana bikaranîna teknolojiyê di karûbarên hikûmetê de, wekî enerjiya nûbûyî û jîriya bidestçêkirî, got, “Me kar kiriye ku abor û weberhênanên xwe hemereng bikin. Enerjî yek ji kertan e û em li ser pêşxistina enerjiya nûbûyî li herêma xwe cidî ne, ji ber ku pêdivîtiya deverê bi hindek enerjiyê heye, vêca çi kareb an birêvebirina çavkaniyên avê be, an jî çawaniya bikaranîna çavkaniyên kêmpeyda yên kanzayî yên deverê be.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Zêdebarî van tiştan, kertên din jî jî hene wekî geştyariyê an avakirina jêrxaneyê. Pêdivîtiya vê yekê jî dê bi avakirina jêrxaneya kertên din hebe, wekî jêrxaneyên tendirustî, perwerde û fêrkirin. Pêdivîtiya van waran tevan bi weberhênanê heye û me bizav jî kiriye di van kertan de weberhênanê bikin.”
Mesrûr Barzan herwesa got, “Me di van kert û waran de weberhênan kiriye û em bi ser keftine û em dê berdewam jî bin, ji ber ku em dixwazin ji vê serkeftina ku me bi dest xistiye zêdetir bi dest bixin, lê ya ku girêdayî teknolijiyê ye mijareke din e û me bizav kiriye li dû şiyanan di kertê giştî û taybet de pêş bixin û em herwesa dixwazin ji bo zêdetir pêşxistina vê warî feydeyî ji ezmûna xelkê din werbigirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser berhingarbûna guhertinên keşûhewayê jî got, “Me li Herêma Kurdistanê kariye gaza pûçbûyî werbigirin û karebê jê berhem bînin. Ji bilî vê yekê jî, gelek warên din jî hene ku em bi kompaniyan re li ser kar dikin ji bo ku derfetên weberhênanê tê de peyda bikin, herwesa me bizav kiriye feydeyî ji enerjiya rojê û bendavan werbigirin bi parastina jîngehê re karebê jê peyda bikin û di kertê çandinê de feydeyî jê werbigirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bersiva wê pirsyarê de ka dehsalên bê yên Kurdistanê çawa dibîne de got, “Ez Kurdistanê wesa dibînim ku dê li ser nexşeya welatên pêşkeftî navekî nû be. Ji bo vê yekê jî, pêdivîtiya me bi alîkariya hemî dostên me heye ji bo ku em zêdetir serkeftinan bi dest bixin, ji ber ku Kurdistanê ji bo tev wan kesên dixwazin serdana wê biin cihekî seqamgir û parastî ye. ev jî ji ber wê pêşkeftin û seqamgiriya ku heye, lewma jî em hêvî dikin li salên bê Herêma Kurdistanê li ast û qonaxeke din be.”