Aydin Marûf: Em li dijî her aliyekî radiwestin ku bo têkdana pêkvejiyanê bixebite

Aydin Marûf
Aydin Marûf

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Xiristiyanên Koyeyê û goristana Hermoteyê kir û ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî têkdana pêkvejiyanê ye.

Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Marûf duhî (Yekşem, 7ê Berçileya 2025ê) serdana Xiristiyanên Koyeyê û goristana wan li gundê Hermoteyê kir.

Aydin Marûf di serdana xwe de tekez kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî li dijî her kes û aliyekî radiweste ku ji bo têkdana pêkvejiyana di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê dixebite.

Li roja 3ê Berçileya 2025ê, li gundê Hermoteyê yê girêdayî qezaya Koyeyê, êrîşî goristaneka Xiristiyanan hat kirin û çend gorên wê hatin çêwandin.