Li Sûriyeyê ji ber salvegera nemana rejîma Esed aheng tên kirin
Li Rojavayê Kurdistanê kirina ahengan qedexe ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Li seranserê Sûriyeyê ahengên girseyî ji bo salvegera yekê ya nemana rejîma Esed tên lidarxistin, lê li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hemî çalakiyên bi vê helkeftê qedexe kirine.
Îro (Duşem, 8ê Berçileya 2025ê) salvegera yekê ya nemana rejîma Esed e û Sûriyeyî ahengên xweşiyê dikin. Ev jî di demekê de ye ku, hikûmeta nû ya Sûriyeyê, bi serokatiya Ehmed Şera, bizavê dike ku encam û bandorên şerê navxweyî yê 13 salan ji holê rake û pêşiyê li parvebûna Sûriyeyê bigire.
Tevî derbazbûna salekê di ser guhertina desthilatdariyê re, lê hikûmeta nû ya Sûriyeyê rûbirûyî gelek pirsgirêkên ewlehî û siyasî bûye, wekî berdewambûna duberekiyên neteweyî, li bakurê rojhilatê Sûriyeyê HSD û hêzên Kurdî bi Şamê re û li başûrê Sûriyeyê jî daxwaza pêkhateya Durziyan ji bo wergirtina mafê xwebirêvebirinê.
Ji bilî şer û duberekiyên pêkhateyên neteweyî, duberekiyên mezhebî, xasma jî Elewiyan, astengiyeka din e li pêşiya aramiya Sûriyeyê, gelek awareyên çend salên şerê navxweyî jî heta niha venegeriyane malên xwe.
Lê li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser hemî kombûnên girseyî û kirina ahengan bi helkefta salvegera nemana rejîma Esed qedexe kirine, bi hinceta zêdebûna tevgera "şaneyên terorîst" ku mimkin e vê helkeftê ji bo kiryar û êrîşên terorîstî bi kar bînin.
Nemana rejîma Esed û guhertina desthilatdariyê li Şamê bi serokatiya Ehmed Şera hejmona siyasî ya derve ya Sûriyeya nû bi awayekî bingehîn guhert, di nav de dawî li hejmona Îranê anî û desthilata leşkerî û siyasî ya berfireh a Rûsyayê jî heta radeya nemanê kêm kir. Berevajî jî, hejmona Tirkiye, Amerîka û welatên kendavî dest pê kir.
Piştî salekê ji guhertina desthilatdarî û pergala siyasî li Sûriyeyê, hikûmeta Şera tenê kariye hin ji ceza û dorpêçên ku ji hêla welatên rojavayî ve li ser Şamê hatine sepandin sivik bike.