Amerîka kuştina du çekdarên DAIŞê li Kerkûkê radigehîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) radigehîne , “Di encamê êrîşeke asmanî de, du çekdarên DAIŞê li Kerkûkê hatin kuştin.” Herwesa dibêje, “Li cihê wê bombebaranê jî, teqemenî û şûtikên bombekirî hatine dîtin ku di encamê wê êrîşê de hatine teqandin.”

Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Çarşem, 12.02.2025) parve kiriye, “Hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi piştevaniya hêzên Fermandeya Navendî di êrîşeke asmanî de du çekdarên DAIŞê li Kerkûkê kuştin.”

CENTCOM eşkere jî kiriye, “Hêzên Hevpeymanan bi rêya dabînkirina zanyarên hewalgirî û alîkariyên teknîkî piştevaniya hêzên ewlehiyê yên Îraqê kiriye, herwesa li cihê bombebarankirina wan her du çekdaran teqemenî û şûtikên bombekirî hatine dîtin ku di encamê wê êrîşê de hatine teqandin.”

Fermandeya navbirî amaje jî daye, “Gefa DAIŞê li ser deverê û derveyî deverê berdewam e û operasyona hêzên ewlehiyê yên Îraqê jî pareke helmeta lawazkirina şiyanên DAIŞê û hilweşandina torên wê û misogerkirina nehêlana wê ye.”