PWKê li Qoserê çalakiyek bo fermîbûna zimanê Kurdî li dar xist

Diyarbekir (K24) - Ji bo hilbijartina dersa Kurdî, fermîbûna zimanê Kurdî û ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Şaxa Mêrdîn li Qoserê çalakiyek li dar xist.
Serok, rêvebir û endamên PWKê li nava sûka Qoserê Belavok belav kir. Li Meydana Azadîyê pankart hat vekirin. Tevlî dost, heval û piştgirên welatperwer, pêşandanek hat li darxistin.
Li Qada Azadiyê, Serokê PWK yê Şaxa Mêrdînê birêz Nezîr Gelerî û endamê partiyê Şêxmûs di derbarê mijarê de axaftin kirin.
Polîsa destêwerdana çalakîyê kirin û gotin: hûn ji bo li vir pêşandanê bikin, we destûr ji dozgerîyê nexwestiye. Tenê hûn karin li ber derîyê avahiya partiya xwe daxuyanî bidin!"
Tevî vê helwesta polîsan ku her çend xwestin astengiyan derxin jî, çalakvanan xwepêşandan pêkanîn û belavokên xwe belav kirin!...
Hemû kesên ku tevlî vê çalakiyê bûbûn li kolana avahiya partiyê jî civiyan. Serokê Şaxa Mêrdînê Nezîr Gelerî ji xelkê Qoserê girseya amade re bi hoperloyê daxuyaniya partiyê xwend.

