Bakirhan ji Bahçelî re: Pêwîstiya Tirkiyeyê bi we heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê bi telefonê bi Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî re axivî û got, bo aştî û biratî pêwîstiya Tirkiyeyê bi Bahçelî heye.
Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî ji ber nexweşiya dil, ji bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin û neştergeriya dil jê re hatibû kirin.
Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan bi telefonê bi Dewlet Bahçelî re axivî û daxwazên xwe yên tendirustiyeke baş gihandinê.
Bakirhan herwiha got, bo xebatên aştî û biratiyê, pêwîstiya Tirkiyeyê bi Devlet Bahçelî heye.
Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî roja 1ê Cotmehê li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana firaksiyona Dem Partiyê kiribû. Bahçelî berî wê jî daxwaza kiribû ku Abdullah Ocalan li Parlamentoya Tirkiyê Tirkiyeyê banga çekdanînê li PKKê bike.