KCK: Divê li hember banga çekdanînê, şert û mercên girtina Ocalan bên guhertin

Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxwaz kir ku li hember çekdanîna PKK’ê, şert û mercên girtina Abdullah Ocalan bên guhertin.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê îro 13ê Sibatê bi boneya salvegera girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

KCK'ê da zanîn, di dema şandeya DEM Partiyê bi Ocalan re hevdîtin kir û dîsa hikûmetê bang li Ocalan kir ku çekan berde û PKKê belav bike. Lê belê di şert û mercên xebat û jiyanê de ji Ocalan guhertineke biçûk jî nayê kirin. Ji bo ku bersiva van bangan, destpêkê divê şert û mercên xebata azad, ragihandina azad û jiyana azad ji bo OcAlan bên afirandin.

KCK dibêje, ev hevdîtin û bangên hatine kirin hem di raya giştî ya Tirkiye û hem jî ya Kurdistanê de bendewariyên cur be cur çêkirine. Lê belê li aliyê din jî hikûmeta AKP’ê bi rojane êrîşî Başûr û Rojava dike. Dîsa êrîşên qirkirina siyasî yên li Bakur û Tirkiyeyê jî didomin. 

Herwiha got, derbeya qeyûm a li şaredariyên gel, didome. Ev hemû bêcidîtiya AKP’ê radixe ber çavan. Divê destpêkê bang li hikûmetê bê kirin ku bi awayekî cidî tevbigere û ji bo pêşketineke wiha jî çêbibe, pratîkeke xurt raber bike.

Duh jî PKK’ê di daxuyaniyekê de gotibû, bi banga Ocalan wê qonaxeke nû dest pê bike, lê bi banga Ocalan her tişt pêk nayê.