Serok Barzanî: Pêwîst e saziyên dewletê pabendî prensîbên hevparî, hevsengî û lihevkirinê bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Sibatê pêşwazî li şandeke Parlamentoya Iraqê kir ku ji endamên Komîteya Çavdêriyê ya Amadekirina Stratejiya Asayîşa Nîştimanî bi serokatiya Cewad Polanî pêk hatibû.
Di hevdîtinê de, şanda mêvan daxwaza nêrîn, pêşniyar û nirxandinên Serok Barzanî yên li ser kar û barên komîteya xwe û stratejiya asayîşa niştimanî kir.
Li hember jî, Serok Barzanî kar û xebatên Komîteya Çavdêriyê ya ji bo amadekirina stratejiya asayîşa niştimanî ya parlementoya Iraqê bilind nirxand û derbarê rewşa siyasî de jî zelalbûna pêwîst pêşkêş kir û tekez kir, ku pêwîst e saziyên dewletê di çarçoveya karkirina bi destûrê de, pabendî her sê prensîbên hevparî, hevsengî û lihevkirinê bin.