Nêçîrvan Barzanî bi wezîrên bergiriyê yên Îtalya û Almanyayê re berhingarbûna gefên DAIŞê gengeşe dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî cuda bi wezîrên bergiriyê yên Îtalya û Almanyayê re dicive, û di warê bihêzkirina alîkariyên hevpar ên dualî û berhingarbûna gefên DAIŞê de danûstandinan li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Îtalya û Almanyayê re dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 14.02.2025) di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Konferansa Munşinê de û di civînekê de bi Wezîrê Bergiriyê yê Îtalyayê Guido Crosetto danûstandin li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê û bihêzkirina alîkariyên hevpar di navbera her du aliyan de û berhingarbûna gefên DAIŞê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê rêz û hurmetên Herêma Kurdistanê ji bo wê piştgiriyê tekez kirin, ku Îtalyayê di warê amadekirina hêzên Pêşmergeyan û bihêzkirina şiyanên wan di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de pêşkêş dike, herwesa tekez li ser pêdivîtiya Îraq û Herêma Kurdistanê bi berdewamiya piştgiriya navdewletî ji bo nehêlana biyekcarî ya DAIŞê kir.
Wezîrê Bergiriyê yê Îtalyayê jî ji aliyê xwe ve tekez li ser giringiya hevpariya bi Herêma Kurdistanê re û pabendiya welatê xwe ji bo berdewamiya piştgiriya Pêşmergeyan û bihêzkirina alîkariyên serbazî û ewlehî bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir, herwesa pesna rolê Herêma Kurdistanê di parastina seqamgiriya deverê de kir.
Dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên Îraq û deverê û xasma jî rewşa Sûriyeyê û çend pirsên din ên ji bo her du aliyan giring mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her îro di çarçoveya karnameya xwe de li Konferansa Munşinê û di hevdîtinekê de bi Wezîrê Bergiriyê yê Almanyayê Boris Pistorius re behsa peywendiyên Almanyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kir, herwesa li ser gefên DAIŞê û pêşhatên deverê û xasma jî Sûriyeyê dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.
Serokê Herêma Kurdistanê rêz û hurmetên Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û piştgiriya Almanyayê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê diyar kirin, herwesa tekez li ser giringî û pêdivîtiya Herêma Kurdistanê bi berdewamiya van alîkariyan kir.
Wezîrê Bergiriyê yê Almanyayê jî ji aliyê xwe ve tekez li ser pabendiya Almanyayê bi piştgiriya Herêma Kurdistanê re kir, herwesa bihêzkirina alîkariyên hevpar ên Almanyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re ji bo berhingarbûna terorê wekî pêdivî hesiband.
