İsraîlê başûrê Libnanê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû nûçeyên medyayên Libnanî, Israîlê korîdora rûbarê Leytaniyê û gundên Zubeqîn û Yatiriyê li başûrê Libnanê bombebaran kirine.

Medyayên Libnanê îro (În, 14.02.2025) parve kir, “Balafirên şerî yên Israîlê korîdora rûbarê Leytaniyê û gundên Zubeqîn û Yatiriyê li başûrê Libnanê bombebaran kirin.”

Radyoya Artêşa Israîlê jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Balafirên şerî yên Israîlê cihên serbazî yên Hizbulaha Libnanê li başûrê Libnanê bombebaran kirin, ku çek û cihên avêtina moşekên wan lê bûn, ji ber ku wan çekan metirsiyeke rasterast li ser Israîlê çê kiribû.”

Ev jî di demekê de ye ku ji roja 27.11.2024ê ve lihevkirina agirbestê di navbera Israîl û Libnanê de derbazî warê bicihanînê bûye, lê tevî wê lihevkirinê jî, Israîlê çend caran başûrê Libnanê bombebaran kiriye.