Herêma Kurdistanê û Kwêt berfirehkirina alîkarî û hevahengiyên hevpar tekez dikin

Nêçîrvan Barzanî û Şêx Ehmed Ebdila
Nêçîrvan Barzanî û Şêx Ehmed Ebdila

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kwêtê pesna peywendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Kwêtê dikin, herwesa her du alî tekezê li ser berfirehkirina alîkariyên hevpar di hemî waran de dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 14.02.2025) li Munşinê bi Serokwezîrê Kwêtê Şêx Ehmed Ebdila re civiya.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kiriye ku, her du aliyan di wê civînê de danûstandin li ser peywendiyên Kwêtê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa navxweyî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Sûriyeyê û dawî pêşhatên deverê kirin.

Her du aliyan pesna peywendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê û Kwêtê kir, û tekez li ser berfirehkirina alîkarî û hevahengiyên hevpar di hemî waran de jî kir.

Herwesa her du alî li ser giringiya parastina tenahî û seqamgirî û dûrxistina welatên deverê ji arêşe û aloziyan jî hevnerîn bûn.

Her du aliyan tekez li ser giringiya tenahî û seqamgiriya Sûriyeyê û parastina mafên tevaya pêkhateyan jî kir, herwesa berdewamkirina berhingarbûna terorê û metirsî û gefên DAIŞê jî pêdivî zanî.