ENKS: Dûrxistina Kurd ji “diyaloga niştimanî” metirsiyên rewa derdixe holê

Navenda Nûçeyan (K24) – Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, ENKSê derbarê avakirina Komîta Amadekar a Kongreya Niştîmanî li Sûriyê daxuyanî da.
ENKSê got, diviyabû Komîta Amadeker a ku di 11 Sibatê de hatiye avakirin, nûnertiya rasteqîne ya tevaya pêkhateyên niştîmanî li xwe girtiba û wêneya welêt a pirengiya siyasî û niştîmanî bida diyarkirin, ji ber ku pirengiya siyasî, gerantiya serkeftina her diyalogekê, ku kar ji bo dîtina çareseriyên cidî ji bo dozên Sûrî dike.
"Dûrxistina Kurdan metirsî ne"
ENKSê diyar kir, dûrxistina nûnertiya Kurdî ji vê Komîtê li dijî wan piransîpan e û pirsgirêkan dirust dike her weha metirsiyên rewa derdixe holê.
ENKSê banga beşdariya Kurdan dike
ENKS banga çareserkirina vê pirsgirêkê kir û daxwaza dubare nerînê li pêkhateya Komîtê û gerentîkirina beşdariyeke dadmend a gelê Kurd û tevaya aliyan kir, da ku diyalogeke niştîmanî giştgir li ser bingeha hevpariya niştîmanî û nûneratiya yeksan pêk were.