Rizgarkirina revandiyên Êzidî ji destê DAIŞ’ê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî yên Di destê DAIŞê de Husên Qaîdî ragihand, wan 10 roj berê jineke Êzidî azad kirin û vegerandin Herêma Kurdistanê.
Husên Qaidî îro 15ê Sibatê ji K24ê re got: “Ofîsa me li ser hewl û lêkolînên xwe yên derbarê vegerandina Êzîdiyan de berdewam e. Me berî 10 rojan jinek azad kir û îro ew vedigere cem malbata xwe.”
Da zanîn jî: “Berî 10 rojan, agahî gihîştin me ku jineke Êzidî ya 34 salî li welatekî li cihekî diyar e. Çi ji destê me hat, me yekser kir û ew vegerand Herêma Kurdistanê.”
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî got jî: “Heta niha 3 hezar û 585 kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.”