Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan ewlehî û aramiya navçeyê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bihêzkirina hevkariyên siyasî û aborî gotûbêj kirin û ronahî xistin ser pêşhatên ewlehî û siyasî yên Iraq, Sûriye û navçeyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh 15ê Sibatê li bajarê Munchenê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re civiya.

Di hevdîtinê de, behsa peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê de û çawaniya bihêztir kirina hevkariyên di warên siyasî, aborî û ewlekarî de hate kirin û ronahî hate xistin li ser pêşhatên ewlekarî û siyasî yên li Iraq, Sûriye û navçeyê.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kir. Herwiha tekezî li ser giringiya hevkariyên ligel Tirkiyê di hemû waran de kir, bi taybetî di warê ewlekarî û aramiya navçê de.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî daxwaza Tirkiyeyê ji bo bihêztirkirina pêwendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha tekezî li ser giringiya hevahengiya hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyên ewlehiyê û karê ji bo bidestxistina aramî û bexteweriyê li navçeyê kir.

Pêşhatên navçeyê û rewşa Sûriyeyê û çendîn mijarên din ên cihê giringiya hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn.