Amanc Rehîm: Serokomarê Iraqê yasaya hinardekirina petrolê îmze kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ragihand, Serokkomarê Iraqê yekem sererastkirina yasaya bûdceya federalî ya Iraqê ya derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê îmze kir.
Sekreterê Encûmena Wezîran û endamê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê Amanc Rehîm li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, “Serokkomarê Iraqê yekem sererastkirina yasaya bûdceya federal a Iraqê ya bi hejmara 13 ya sala 2023an a derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya SOMO îmze kir.”
Herwiha got: “Li gor bendên wê sererastkirinê, ya taybet bi lêçûn û berhemanîn û veguhastinê petrolê, dahata firotina petrolê ku ji Herêma Kurdistanê tê hinardekirin, dê vegere xezîneya federal.”
Amanc Rehîm got jî: “Ji bo ketina yasayê di warê cibicîkirinê de, tenê qonaxa belavkirina yasa di rojnameya fermî ya Iraqê de maye.”