Fermandarê Firqeya Heştê ya Artêşa Îraqê û cotyarên Kurd lihev kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo dibêje, “Fermandarê Firqeya Heştê ya Artêşa Îraqê bi cotyarên Kurd re civiya.”
Peyamnêrê K24ê amaje jî da, “Fermandarê Firqeya Heştê ya Artêşa Îraqê û cotyarên Kurd li ser wê yekê lihev kir ku, kêlana zeviyan rawestînin heta sibe bi Parêzgerê Kerkûkê re diciv û wê arêşeyê bi yekcarî çare dikin.”
Nûnerê Cotyarên Sergeranê Mihemed Îsmaîl îro (Yekşem, 16.02.2025) ji K24ê re ragehand, “Efserek hat cem min û got: Nabe tu zeviya xwe bikêlî. Min jî got: Ez cot dikim ji ber ku pişta me bi biryarên Civata Nûnerên Îraqê germ e, ku dadgehê û Serokkomar jî pejirandiye.”
Mihemed Îsmaîl amaje jî da, “Ew Erebên li vê derê ne tevan li dû madeya 140ê pere wergirtine, me çi arêşe nemane, me berî şeş mehan lihev kiriye ku parêzgerê kevn û endamên Civata Nûnerên Îraqê di civîna me de amade bûn. Me biryar da şeş mehan rawestin heta ew qerebûyê werdigirin. Niha qerebûya wan derketiye, mafê me ye jî ku em zeviyên xwe bikêlin ji ber ku bi rastî stem li me tê kirin.”
Navbirî herwesa eşkere jî kir, “Em bi ser Firqeya Heştê ve ne, ev sê sal in ku stemeke mezin li me dikin, ji ber ku 25 gundên me bi ser Firqeya 14ê ve ne û ew çi desttêwerdanan nakin.”
Nûnerê Cotyarên Sergeranê herwesa got, “Ên ku li vê derê bûn têkdan dikir, parêzgerê berê piştevaniya wan dikir. Niha jî ez wesa difikirim ku her ew piştgiriya wan dike, ji ber ku hejmareke wan madeya 140ê wergirtiye, hin ji wan jî sexte kiriye ku bi belge li ber destê me ye, lewma eger ev nemînin arêşe namînin.”
Mihemed Îsmaîl tekez jî kir, “Ew zeviyên ku biryar e îro bên kêlan 120 hezar donem in.”
Deştî Axa ku cotyarekî wê deverê ye got, “Li wê deverê stemeke mezin li cotyarên Kurd tê kirin, xasma jî wan pênc gundan. Niha jî em ji bo şkandina wê dorpêçê kom bûne ji ber çi behane nemane ku artêşa Îraqê rêyê li karûbarên xelkî bigire.”