Piştî ketina Esed dezgehên fermî yên hikûmetê li Rojavayê Kurdistanê hatine girtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji dema ketina Rijêma Esed ve, dezgehên fermî yên hikûmetê li Rojavayê Kurdistanê hatine girtin û kar nakin. Mûçeyên fermanberan jî ev du meh in nayên şandin.
Nayîf Mihemed ku yek ji fermanberên zirardîtî yên Rojavayê Kurdistanê ye dibêje, “Rewşa aborî xirab dibe. Girtina dezgehên xizmetkariyan jî barê xelkî girantir kiriye, ku neçar in ji bo qedandina her belgeyekî berê xwe bidin Şamê.”
Sikirtêrê yek ji partiyên di nav Rêveberiya Xweser de jî di derheqa girtina wan dezgehan de dibêje, “Dibe ku birêveberiya nû ya Şamê dixwaze girtina dezgehan wekî karteke givaştinê li dijî HSDê bi kar bîne, ji bo ku HSD zêdetir destan ji mafên xwe berde.”
Berî nehêlana Rijêma Esed, dezgehên fermî yên dewletê di çargoşeya ewlehiyê de li Heseke û Qamişloyê karên xwe dikirin. Ew cih jî di destê Hikûmeta Sûriyeyê de bûn.
Mûçeyên fermanberan jî bi awayekî berdewam dihatin şandin. Lê piştî ketina Esed, her tişt hat rawestandin. Niha çarenivîsa wan dezgehan û mûçeyên fermanberan li ser encamên danûstandinên HSDê bi birêveberiya nû ya Şamê re dimînin.