Dixêm: Kurd dê ne wek pişk beşdarî Kongreya Diyaloga Niştimanî bibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Niştimanî ya Sûrî Hesen Dixêm dibêje: “Pişka Taifî yan neteweyî di Sûriyeya nû de nîne , lê kurd dê bi nûneratiyeke berfireh di kongreya Niştîmanî de amade bibin.”
Hesen Dixêm li Şamê di hevpeyvînekê bi K24ê re got: “Kongre, danûstandineke niştimanî ye ku dê di kongreyê de, hemû pirs û dozên mezin wek qonaxa veguhêz, aştiya sivîl, pêşeroja welat, yekîtiya xaka Sûriyeyê, pirsa serweriyê û xizmetguzariyên xelkê, werin gotûbêjkirin.”
Li ser pirsa çawa kes û alî ji bo beşdariya di kongreyê de tên destnîşankirin de, Hesen Dixêm got: “Hemû xelkê Sûriyeyê qurbanî dane û hêjayî ne ku bibin endamên kongreyê. Lê li gorî rênimayên hatine danîn, dê nûnerên hemû pêkhateyên amade bibin.”
Tekez kir jî: “Ereb, Kurd, Durizî, Elewî, Sune, Şîe, Tirkman û hemû kesên ku Sûrî û niştimanperwer be, dê cihê xwe di kongreyê de bibîne. Lê amadebûna wan, dê ne li gorî pişka taifî û mezhebî be. Kurd beşek sereke û pêkhateyeke resen ya dîrok û pêşeroja Sûriyeyê ne.”
Li ser beşdariya nûnerên HSD û Rêveberiya Xweser di Kongreya Diyaloga Niştimanî de, Hesen Dixêm got: “Xelkê parêzgehên Hesek, Reqa û Dêrazorê ne girêdayî dîfaktoya ku li wê derê heye ye. Emê pêwendiyê bi rewşenbîr û kesayetiyên wan parêzgehan re û vexwînin. Kongreya Diyaloga Niştimanî, ne kongreyeke serbazî ye.”
Rêveberiya Xweser rexne li komîteya ku ji bo amadekirina diyaloga niştimanî hatiye avakirin dike û dibêje, ev komîte nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê nake û gelê Sûriyeyê vê yekê qebûl nake.
Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera her yek ji Hesen El-Dixêm, Mahir Elûş, Mihemed Mistat, Mistefa Mûsa, Yûsif El-Hicir, Hind Qebwat û Huda Etasî weke endamên Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî destnîşan kiribû.
Yekemîn civîna Komîteya Amadekar duh Yekşemê, li bajarê Humsê dest pê kir. Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) wêneyên civînên diyalogê belav kirin, bêyî ku behsa ti hûrgiliyên derbarê mijarê de bike.