Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dê li deverê faktera tenahî û seqamgiriyê be

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê tekezê li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên Îranê bi Herêma Kurdistanê re dike û dibêje, “Têkeliyên bihêz û hevseng a navbera me ji bo seqamgiriya deverê gelek pêdivî ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 17.02.2025) di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji bo Karûbarên Siyasî Mecîd Textrewançî re ragehand, “Têkeliyên dîrokî ya Îran û Herêma Kurdistanê li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiyên hevpar hatiye damezrandin.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa tekez li ser giringiya Têkeliyên dîrokî yên Îran û Herêma Kurdistanê kir û got, “Têkeliyên bihêz û hevseng di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ji bo seqamgiriya deverê gelek pêdivî û giring in.”
Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê dê li deverê faktera tenahî û seqamgiriyê be û bi çi awayekî rêyê nade ku li ser welatên cîran bibe çavkaniya gefan, xasma jî li ser Îranê.”
Serokê Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Me di hevdîtina xwe ya li gel Mecîd Textrewançî de tekez li ser pêşvebirina peywendiyên aborî yên bi Îranê re kir.”