Piştî gihandina dengê cotkarên Kerkûkê, artêşa Iraqê romala Kurdistan24ê qedexe dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Iraqê piştî belavbûna berfireh a xwepêşandanên cotkarên gundê Şenaxeyê yê Kerkûkê, romala Kurdistan24 qedexe kir.
Tevî pejirandina qanûna hilweşandina biryarên serdema Rijêma Beis ji bo bindestkirina erdên çandinê yên cotyarên Kurd li Kerkûkê, lê ev çend roj in ku artêşa Îraqê her li ser rêgirtina li cotyarên Kurd berdewam e ku zeviyên xwe nejon, tevî ku niha werzê tovavêtinê ye.
Bûyera gundê Şenaxeyê û romala Kurdistan24ê
Artêşa Îraqê duh 17.02.2025am li gundê Şenaxeyê bizav kir, rê li cotyarên Kurd bigire ku zeviyên xwe dajotin, cotyarên Kurd jî rûbirûyî wê bûn û guh neda gefên wê û dest bi ajotina zeviyên xwe kir.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Hêmin Delo û Soran Kamran û kameramanên wan weke her carê, beriya hemû kenalên din rûmaleke mezin bo nerazîbûnên cotkarên Kurd ên li gundê Şenaxeyê û êrîşa leşkerê Iraqî li ser cotkaran kir; Wêne û vîdyoyên Kurdistan24ê torên civakî tijî kir û aliyên peywendîdar jî dengê xwe dan.
Yek ji vîdyoyên Kurdistan24ê ku bi berfirehî li ser torên civakî û medyayên din ên Herêma Kurdistanê û navçeyê belav bûbû, ku leşkerekî artêşa Iraqê stûyê cotkarekî gund kişandibû û xwestibû wî ji traktorê daxîne, lê wî cotkar red kir û got: Ez bimirim, ez ji traktorê danakevim!”
Artêşa Iraqê romala Kurdistan24ê qedexe kir
Peyamnêrê Kurdistan24 Hêmin Delo ku şeva borî ligel kameramanê xwe li gundê Şenaxeyê mabû, îro 18ê Sibatê da zanîn, gundê Şenaxeyê ji aliyê hêzên giran ên artêşa Iraqê ve hatiye dorpêçkirin û ketine rewşa hişyariyê.
Peyamnêrê me got jî: “Îro danê sibê hêzeke artêşa Iraqê hat cem me û ji me re got: Ji ber nûçeyên duh ên Kurdistan24ê û weşandina wêne û vîdyoyên cotkaran li ser torên civakî, biryara qedexekirina romalkirina kanala we ji me re hatiye dayîn.”
Hêmin Delo got jî: Me ev yek red kir û ji hêzên artêşa Iraqê re got: Em fermanê ji we wernagirin û Kurdistan24 dê wek her car dengê cotkarên Kurd li Kerkûkê bigehîne.”
Serok Barzanî: Em bi hemî hêza xwe piştevaniya maf û daxwazên cotyaran dikin
Li ser rêgirtin û êrîşa li ser cotkarên Kurd, Serok Barzanî duh peyamek parve kir ku tê de got, “Dîmenê azardana cotyarekî Kurd û reftarên nehejî yên rêgirtina li cotyarên Kurd ku biçin ser zeviyên xwe dîmenên Enfal û kîmyabaran û jenosîda gelê me li sedsala çûyî tînin bîra me.”
Serok Barzanî amaje jî da, “Reftareke şovînî û bêwijdanane li dijî cotyarên Kurd ên bêtawan li parêzgeha Kerkûkê tê kirin, ku tenê tawana wan ew e ku Kurd in û xwediyên resen ên wan zeviyan in.”
Serok Barzanî herwesa daxwazek arasteyî Serokwezîrê Îraqê kir û got, “Bila rê li dubarebûna wê zilmê bê girtin û bikerên wê tawanê bên desteserkirin û sizayên xwe yên qanûnî werbigirin.”
Serok Barzanî herwiha got, “Ez destxweşiyê li wan Kurdên qehreman dikim ên ku li beranberî wan stem û destdirêjiyan xweragir bûne, û bila baş bizanin ku ew tenê û bê pişt û pena nînin û em bi hemî hêza xwe piştevaniya xweragirî û maf û daxwazên wan dikin.”