Sûdanî fermana avakirina komîteyeke bilind ji bo pirsgirêka cotkarên Kurd ên Kerkûkê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê lêkonîn li ser bûyera duh a li sînorê Sergeran qewimiye, ku rêgirî li cotkaran hate kirin ku karê xwe bikin, kir. Serokwezîrê Iraqê jî ferman da Fermandariya Operasyonên Hevbeş ku komîteyeke bilind a lêkolînê ku nûnertiya hemû aliyan dike, ji bo lêkolînkirina bûyerê ava bike.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş di daxuyaniyekê de ragihand, Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar lêkolînê li ser bûyera duh a li parêzgeha Kerkûkê qewimiye, bikin. Ji ber vê yekê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ferman da ku komîteyek bilind a lêkolînê ku nûnertiya hemû aliyan dike, ji bo lêkolînkirina vê bûyerê bê avakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Sûdanî Cîgirê Wezîrê Dadê raspardeye ku ji bo girtina tedbîrên pêwîst derbarê zeviyên ku berjewendiya hevbeş di navbera Herêma Federal û Herêma Kurdistanê de ye, biçe parêzgeha Kerkûkê.

di daxuyaniyê de hat jî: “Em bang li artêş, hêzên navxwe, Pêşmerge, Heşda Şeibî, dezgehên ewlekarî û îstixbaratê dikin ku li gorî yasayan, bi aqilane û niştimanperwerî tevbigerin.”

Di daxuyaniyê de bang li hemû partî û hêzên siyasî hat kirin ku aqilmendî û aramiyê bikar bînin. Berjewendiyên herî bilind ên niştimanî û pabendbûna bi yasa û destûrê li ber çavan bigirin, kar ji bo piştevanîkirina hêzên ewlehiyê di parastina hemû destkeftên ewlehiyê û armancên hevbeş ên neteweyî de, bikin.