Mesrûr Barzanî û Cîgira Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê tekezî li ser hinardekirina petrolê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Sibatê pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Berris Ekinci û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, guftûgo li ser derfetên pêşxistina peywendiyên dualî, bi taybetî di warê bazirganî û enerjiyê de hatin kirin.
Her du alî hevnêrîn bûn ku pêwîstiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê re, bi taybetî piştî pesendkirina sererastkirina yasaya bûdceya federalî ji aliyê Encûmena Nûneran ve, derbarê lêçûnên derxistin û veguhestina petrolê de.
Herwiha guftûgo derbarê projeya Rêya Geşepêdana û girêdana welatên Kendavê û Iraqê bi rêya hesinî bi Tirkiye û Ewropayê re, hate kirin û di vê derbarê de tekez li ser beşdariya Herêma Kurdistanê di vê projeya stratejîk de hat kirin.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, guhertin û pêşhatên rewşa Sûriyeyê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û dabînkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan hat kirin.